Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu bo Hilbijartinên Gera Duyê Bang li Ciwanan Kir


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarî yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ji Twitterê bang li ciwanan kir.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ji sindoqan peyama guherîne derketiye.

‘’Min peyama hevalên me yên ciwan sitand. Ser serê min. Ezê li gor fikarên wan tevbigerim, lê ez dixwazim ew jî min bibihîsin.’’

Kiliçdaorglu dîyar kir ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ciwanîya gêncan ji wan dizîye û divê ew hember wan rabin û pirtir bixebitin.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de berbijarê serokomarî yê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan 49,5, Kiliçdaroglu 44,89 û berbijarê Hevpeymanîya Ata jî 5,17 ji sedê dengan sitandin.

Tirkîye wê jibo gera duyê ya hilbijartinê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan û çaverê ye hem Kiliçdaroglu hem Erdogan di rojên pêş de bi Ogan re danûstandinê bikin.

XS
SM
MD
LG