Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Hilbijartin Jinûve Destpê Dike


Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê ragihand ku hilbijartin jinûve destpê dike.

Kiliçdaroglu, piştî berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan jibo Erdogan piştgirîya xwe ragihand, got ku rûberka (mask) Ogan ketiye.

‘’Di gera duyê de nikarin ti kesî bixapînin. Hemî mask ketin, her tişt bi zelalî xuya dibe. Hilbijêrên ciwan wê hesab ji Erdogan bipirisin. Eşkere bû ku ewê kîjan derîyên dojehê bigire."

Ogan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi 2,831,208 dengan 5,17 ji sedê dengan sitandibû.

Ogan û hevpeymanîya ew tê de bû bi gotinên xwe yên tund yên dijî penaberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan dihat zanîn.

Ji Hevpeymanîya Ata, Partîya Edaletê jî do Duşemê piştgirîya xwe ya bo Kiliçdaroglu ragihandibû.

Çaverê ye ku ji wê hevpeymanîyê, Partîya Zaferê jî îro Sêşemê biryara xwe ya ser gera duyê ragihîne.

Jêder: VOA, CHP, Twitter

XS
SM
MD
LG