Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Ez bi Tevahî di Bin Reşkirinê de Mame


Berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu îro Înê got ku berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan bi derewan rê li ber wî digire.

Kiliçdaroglu bi vîdyoyeke li ser Twitterê got ku sazîyên ragihandinê nahêlin ku ew peyaman ji rojnamevanan re bişîne.

‘’Ez bi tevahî di bin reşkirinê de mame. Ji te dipirsim Erdogan, tu dixwazî ku ez nekevim hilbijartinê?"

Kiliçdaroglu dîyar kir ku li Tirkîyê hilbijartin çênabe û jiber tirsonekîya Erdogan welat ji dest diçe.

Tirkîye jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê vê Yekşemê diçe ser sindoqan.

Li hember desthilata Erdogan, Kiliçdaroglu heye ku pisporên sîyasetê vê hilbijartinê wek yek ji hilbijartinên herî girîng yê Tirkîyê dibînin.

Di gera yekê de Erdogan bi dengên 27,133,849 hilbijêran 49,52 ji sedê dengan û Kiliçdaroglu jî bi 24,595,178 dengan 44,88 ji sedê dengan sitandibûn.

XS
SM
MD
LG