Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Dibêje Encama Hilbijartinê Ne Rêwa Ye


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku her çiqas Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) encam eşkere kiriye ew encam ji alîyê ehlaqî ve ne rêwa ye.

Kiliçdaroglu îdia kir ku desthilatê bi derew û reşkirinê kempeyna xwe meşandiye.

‘’Ji gel re derew kirin. Yekî ku ji gelê xwe re derewan dike dikare bibe serokomarê? Divê bi vê nêrînê ser desthilat û kempeyna wê ya hilbijartinê pêdeçûn çêbe’’

Wî dîyar kir ku di sîyasetê de cîhê derew û sextekarîyê tune û got ku ser wî derew kirine û gotinên bê bingeh belav kirine.

Sîyasetvanê CHP’ê dîyar kir ku hin biyanên ku Tirkî nizanin deng dane ku divê ew ser vê yekê jî pêdeçûnê bikin.

Li ser pirsa derbarê nîqaşên Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û CHP’ê, Kiliçdaroglu dîyar kir ku ti gengeşî tune.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ewê di rojên pêş de ser rewşa xwe danûstandinê bikin û nexşerêya xwe eşkere bikin.

Jêder: Halk TV

XS
SM
MD
LG