Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Dixwaze ku Îmamoglu Bajarvanîya Stenbolê Bidomîne


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got ku ew dixwaze bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu karê xwe bidomîne.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku Îmamoglu bajarvanekî serketî ye û çêtir e ku ew berevanîya serketina xwe ya dijî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bikin.

‘’Ez ti carî, bi ti awayî nikarim şaredarîyeke ku bi dengên gel hatiye sitandin, bidim AKP’ê. Ekrem Îmamoglu wê karê xwe bidomîne. Wê Îmamoglu di hilbijartinên pêş de jî bi ser keve."

Kiliçdaroglu dîyar kir ku hemî bajarvanên wan serketî ne û ewê di hilbijartinên herêmî de hin şaredarîyên din jî bi dest xwe xin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Îmamoglu ji hilbijartinên Gulanê vir ve dibêje ku divê di rêvebirîya CHP'ê de guherin çêbe û navê wî jibo seroktîya partîyê derdikeve pêş.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG