Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu: Emê bi Rêkên Demokratîk Pirsgirêka Kurdan Çareser Bikin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku ew dixwazin kêşeya Kurdan bi rêkên demokrastîk çareser bikin.

Kiliçdaroglu jibo pirtûka parlamanterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, ku ser çareserîya kêşeya Kurdan e, pêşgotinek nivîsî.

Di pêşgotinê de, Kiliçdaroglu dîyar kir ku kêşeya Kurdan rê li ber pêşdeçûna Tirkîyê digire.

Wî got ku çareserîya kêşeya Kurdan yek ji gavên mezin e ku wan dê nêzî Tirkîyeyeke demokratîk ve bibe.

Kiliçdaroglu peyvajoya aştîyê ya di dewra Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de rexne kir.

Serokê CHP’ê dîyar kir ku ew peyvajo bi danûstandinên veşartî meşîye û bi ser neketiye.

Wî got ku ewê dawî li terorê bînin û nehêlin ku dayik zêdetir hêsiran bibarînin.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku kêşeya Kurdan kêşeya temamê Tirkîyê ye û çareserîya wê jî bi lihevkirina sîyasî û civakî dibe.

Jêder: Twitter, CHP

XS
SM
MD
LG