Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu û Umît Ozdag Careke Din Kom Bûn


Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ew û berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê careke din kom bûne.

Ozdag ji Twitterê dîyar kir ku ew û Kiliçdaroglu ser nivîsa lihevkirinê xebitîne.

Wî got ku ewê hûrgilîyên danûstandinan sibê Çarşemê bi daxuyanîyeke hevbeş ragihînin.

Partîya Zaferê, ku bi gotinên xwe yên dijî koçberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê nasîn, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan.

Ogan di gera yekê de bi 2,831,208 dengan 5,17 ji sedê dengan sitandibû û do Duşemê ragihandibû ku ewê piştgirîya berbijarê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan bike.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG