Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu li Wanê Got Ewê Aştîyê Bîne Vî Welatî


Berbijarê Serokomarîyê yê Hevpeymanîyaa Netewê Kemal Kiliçdaroglu, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de beşdarî mîtînga partîya xwe ya Wanê bû.

Rûniştvanên bajêr bi çoşeke mezin ew, bi alên Tirkîyê, Partîya Çep ya Kesk û Partîya Gel ya Komarî (CHP) pêşwazî kirin.

Kiliçdaroglu got ku ew pirgirêkên rûniştvanan baş dizane û soz da ku aştîyê bîne Tirkîyê.

“Ez dizanîm qasî dinyayekê pirsgrêkên me hene. Ez pirsgirêkên we hemî yan baş dizanim. Belê bo mirovên vî welatî sozek min heye; ezê aştîyê bînim vî welatî, ezê aramîyê bînim vî welatî, ezê biratîyê bînim vî welatî. Li vî welatî êdî kesek jiber nasnameya xwe nayê cuda kirin. Mirov mexlûqê herî bi qîmet e ku Xwedê afirandiye û ew jî li ser serê min cîhê wî heye,” Kiliçdaroglu di peyva xwe de got.

Serokê CHP’ê bal kişand ser dîyarkirina qayumên li ser bajarvanîyan û got ku ewê dawî li binpêkirina demorasîyê bîne.

“Ez dizanim gelek neheqîyên mezin hatine kirin. Ez dizanim wan demokrasî jî xistiye bin pîyan. Ez dizanim kesên ku bi hilbijartinê hatine bijartin, ji peywira xwe hatine dûrxistin. Emê van hemîyan çareser bikin. Ez soz didim we, ew pergala ecêb ya qayuman, emê hemîyê ji holê rakin,” wî da zanîn.

Bi van gotinan kesên ku beşdarî mîtîngê bo desthilatîyê “yuh” kirin û li ser vê yêkê Kiliçdaroglu got ku “yuh” nekin, herin ser sindoqên hilbijartinê û bi dengên xwe dawîyê li sîstema wan bînin.

Kiliçdaroglu, anî ziman ku êdî bes e, ew dixwazin li bajarê xwe di nava aramîyê de bîjîn û hevdu hembêz bikin. Wî got ku ew dê bi hevre bin û bi hevre biçin behra Wanê.

Hêjayî gotinê ye ku 8 nûnerên bajarêa Wanê parlemana Tirkîyê hene. Di hilbijartinên dawî de HDP’ê 5 parlemanter û partîya AKP ya desthilatdar jî 3 parlemanter bi dest xistibû.

XS
SM
MD
LG