Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu, Serdana Maxdurên Lehîya Wanê Kir


Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu serdana maxdurên lehîya Wanê kir û wî got ku ew dê avahîyên hilweşîyayî çêbikin.

Kiliçdaroglu, jibo beşdarbûna bernamêyên partîya xwe serdana bajarê Wanê kir. Kiliçdaroglu di despêkê de serdana maxdurên lehîya dijwar kir ku di 28 Tîrmehê de qewimîbû û li 4 bajarokên Wanê 32 avahî hilweşîya bûn.

Hêjayî gotinê ye ku lehîya dijwar li bajarokên Wanê nêzî 10 rojan berdevam kiribû û ziyanên mezin pek hatibûn. Ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve bo maxdurên lehîyê kon hatine vegirtin û xwarin tê belav kirin. Lê gundîyan herî zêde daxwaza çêkirina avahîyên xwe kiribûn.

Kiliçdaroglu jî çû gundê Xaşkanê (Esenyamaç) ku herî zêde zîyan li vê derê çêbûye û wî dida zanîn ku ew dê avahîyên di lehîyê de hilweşîyayî çêbike.

Kiliçdaroglu herwiha li naven da Wanê li gel rûspîyên heremê civîya û got ku ew dê di sadsala duyan ya komara Tirkîyê de pirsgirêka Kurd çareser bike.

“Em dê aştiya xwe ya civakî misoger bikin. Binêrin, me di gotara xwe de jî dîyar kirî ye, armaca me ew e ku di sedsala duyan de pirsgirêka Kurd çareser bikin. Divê em vê pirsgirêkê ne bi şer, bi aqil çareser bikin. Em êdî ne mecburûn van êşan bikişînin.”

Kiliçdaroglu herîdawî anî ziman ku navnîşana cîhê çareserîyê jî parlementoya Tirkîyê ye.

AA_13_08_21_Kiliçdaroglu_Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00

XS
SM
MD
LG