Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştina Leşkerekî Wê, Artêşa Tirk Êrîşî DAIŞ Dike


Di vê fotoya arşîvê de leşkerên Tirk peqînên li Kobanê temaşe dikin
Di vê fotoya arşîvê de leşkerên Tirk peqînên li Kobanê temaşe dikin

Hêzên Tirkîyê îro Pêncşemê bi hawan û tankan êrîş birin ser mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê, piştî ku leşkerekî Tirk li ser sînorê Sûrîyê hate kuştin û du jî birîndar bûn.

Şer di navbera her du alîyan de, çend rojan piştî peqîna li bajarê Surucê tê, ku guman heye DAIŞ pêk anîbe. Di wê êrîşê de 31 kes hatin kuştin ku piranîya wan xwendekarên Kurd bûn.

Di daxuyanîyekê de ku li ser malpera artêşê hate belav kirin, karbidestekî Tirk got ku leşkeran bersîva DAIŞ bi teqelêdanê da.

Artêşa Tirkîyê asta ewlekarîyê li ser sînorê Sûrîyê bilind kiryie, di vê demê de ku nakokîya Sûrîyê her bi wir ve diçe zêdetir dibe.

Hevalbendên Tirkîyê yên NATO’yê xema xwe derbarê kontrolkirina ewlekarîya sînorê Tirkîyê bi Sûrîyê re nîşan dane.

Piştî êrîşa roja Duşemê li Sirucê, tirs heye ku kartêkirina şerê Sûrîyê bigiheje Tirkîyê jî.

XS
SM
MD
LG