Medyaya dewletê ya Koreya Bakur KCNA îro Pêncşemê ragihand ku serokê welêt Kim Jong Un do Çarşemê serdana yekîneyên li rojava kiriye û ferman daye ku hazirîyên jibo şer werin zêde kirin.
KCNA eşkere nekir ku Kim çûye kîjan herêmê, lê serdana wî li vê demê rast tê ku Amerîka û Koreya Başûr bi du qat zêde leşkeran hîndarîyên leşkerî çêdikin.
Li gor ragihandina KCNA, Kim ji leşkeran re gotiye ku jiber şertên demê divê ew bi awayekî xurt dest bi dewreke nû bikin û jibo şer amade bin.
Kim dîyar kiriye ku divê leşker kanînên xwe berfireh bikin û bi îstiqrar hîndarîyên jibo şer bidomînin.
KCNA eşkere nekir ku Kim rasterast behsa hîndarîyên Amerîka û Koreya Başûr kiriye yan ne.
Wê ajansê dîyar kir ku Kim yekîneyên Koreya Bakur yên wek ku di şerekî rastî de bin tevdigerin kontrol kirine.
Jêder: Reuters