Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Koreya Bakur Mir


Rêberê Koreya Bakur Mir

Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Îl koça dawî kir.

Ajansa nûçeyên fermî ya Koreya Bakur, KCNA, roja Duşemê ragihand ku rêberê 69-salî roja Şembî û bi sedema nexweşiya dilî koça dawî kir.

Li gor KCNA, Kim Jong Îl li nav trênê mir.

Kim Jong Îl li sala 1994 bû rêberê Koreya Bakur, dema babê wî Kim Îl Sung mir. Kim Îl Sung damezrênerê Koreya Bakur bû.

KCNA daxwaz ji gelê Koreya Bakur kir ku piştî mirina Kim Jong Îl, piştgîriya kurê wî Kim Jong Un bikin.

Dibe ku Kim Jong Un 28-salî be û li sala bihûrî bû generalekê xwedan 4-stêr.

XS
SM
MD
LG