Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim, Bo Girtina Bingehên Navokî Dê Bangî Pispor Û Rojnamevanên Amerîkî Bike


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û serokê Koreya Başûr Moon Jae-in
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û serokê Koreya Başûr Moon Jae-in

Berpirsên hikumeta Seoul Yekşemê dan zanîn ku, serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, gotiye wî libere pisporên Amerîkî yên çekê navokî û rojnamevanan bangî Koreya Bakur bike dema girtina bingehên navokî li wî welatî li meha Gulanê.

Serokê Amerîka Donald Trump hewil dide heta komcivîna li gel serokê Koreya Bakur, hemû bingehên ceribandinên çekê atomî û mûşekên balistî li Koreya Bakur bihên girtin.

Ajansa Reuters radigihîne ku, Qesra Şîn ya serokatiya Koreya Başûr gotîye, Kim ji Moon re daye eşkere kirin ku, di demek nêzîk de ewê bangî pispor û rojnamevanên Amerîkî bike, da ku li dema girtina bingehên atomî li Koreya Bakur amade bibin.

Serokên herdu Koreyan, Kim Jong Un û Moon Jae-in, di komcivîna roja Îna bûrî de, soz da bûn ku, ew"hemû çekên xwe yên atomî nehêlin" û nîvgrava Korî ji çekên navokî vala bikin, lê daxuyaniya komcivînê behsa avêtina ti pêngavek diyarkirî ne kir bû.

Mediya Koreya Bakur, berî komcivîna Înê ya herdu serokan got bû, ewê Pyeongyang hemû hewildanên tecrûbên atomî û mûşekên balistî rawestîne û li ciyê wê dê giringiyê bide pêşxistina aborî.

XS
SM
MD
LG