Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Nasnavê 'Rêbera Payeblind' Dide Keçka Kim


Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un û keça wî Kim Ju Ae di dema serdana Pîşesaziya Berevanî ya Dewletê li Pyongyangê
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un û keça wî Kim Ju Ae di dema serdana Pîşesaziya Berevanî ya Dewletê li Pyongyangê

Keça Kim cara yekê weke 'Rêbera payebilind' hat nasandin dema ligel bavê xwe beşdarî avêtina mûşeka balîstîk yên ser parzemînan re bû.

Roja Şemiyê, ajansa nûçeyan ya fermî ya Koreya Bakur keça ciwan ya rêberê dewletê Kim Jong Un wekî "Rêberek Payebilind" binav kir, ev jî têgehek ku analîstan piştrast kir ku bi gelemperî ji bo rêberên di asta bilind de tê gotin, û ev wê yekê nîşan dide ku ew di pêşerojê de bibe şûna bavê xwe.

Ajansê roja şemiyê got, di raportekê de ligel wêneyê Kim û keça wî, "Du Rêberên Mezin, ligel kadroyên partîya desthilatdar, û berpirsên hikûmet û artêşê, gera nav çandingehekê de kirin."

Lêkoleran got ku ev cara yekê ye ku medyaya fermî ya Koreya Bakur keça Kim bi vî awayî wesif dike. Navê wê berê di medyaya Pyongyang de nehatibû gotin, lê îstîxbarata Koreya Başûr ew wekî Ju Ae dida naskirin.

Serokê Zanîngeha Lêkolînên Koreya Bakur li paytexta Koreya başûr Seulê Yang Moo-jin ji Ajansa Frans Press (AFP) re got "Ev cara yekê ye ku Kim Ju Ae weke fermandarek tê nbaskirin."

Cheong Seong Chang, rêvebirê Navenda Stratejiya Nîvgirava Koreyê li Enstîtuya Sejong, got ku îdeyema Koreya Bakur "hyangdo", ku tê wateya rêber, tenê ji bo "serokên payebilind an jî şûngirên" di rejîmê de tê veqetandin.

Cheong wiha pê de çû, "Bilindkirina Kim Ju Ae ji bo wê nasnavê bi zelalî nîşan dide ku ew dê bibe cîgira bavê xwe Kim Jong Un û seroka pêşerojê ya Koreya Bakur."

Li gorî ajansa îstixbarata Koreya Başûr. Kim Jong Un, neviyê lîderê damezrîner ê Koreya Bakur Kim Il Sung û ku ji nifşê sêyê ya malbata Kim e ku serokatiya welêt dike, di sala 2009 de bi Ri Sol Ju re zewicî.

Di sala 2022'an de, keça wan Ju Ae cara yekê bi rêya medyaya dewletê li Pyongyang ji cîhanê re hate nas kirin, dema ku ew ligel bavê xwe bû ku beşdarî ceribandinek ya avêtina mûşekek balîstîkî yên di ser parzemînan re bû.

Ew ji wê demê ve di çend bûyerên fermî de ligel bavê xwe hatiye dîtin, di nav de rahênanê û merasîmên serbazî, û serdana kargeheke çekan û kompaniya çandiniyê ya xwedî kirina mirîşkan.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG