Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Korya Bakur Diçe Vietnamê ji bo Kombûna li gel Trump


Serkirdeyê Korya Bakur bi Trênê çû Vietnamê ji bo kombûna duyem li gel serokê Amerîka Donald Trump.

Trêna kesk û zer a serok Kim Jong Un derengî Şemiyê derbasî sînorê Çînê bû, lê piştre berê xwe da başûr û gumanênan ku digot renge ew berî çûyîna Hanoy li Bêjînê bisekine, bi dawî anîn.

Dezgehên medyayî yên fermî li Korya Bakur wêneyên Kim belavkirin dema ew li Trênê siwar dibû. Ev yekem car e ku medya Korya Bakur pêşwext boneyekê romal dike.

Trump û Kim, biryar e rojên Çarşem û Pênşemê li Hanoy kom bibin.

Herdû serkirdeyan kombûna yekem di meha Hizêrana sala borî de li Singaforê pêk anî û nexşeya rêkeftinekê li dor jinavbirina çekên navokî yên Korya Bakur danîn .

Çavdêr bi guman in li dor amadebûna Kim ku dev ji programa xwe ya navokî berde.

XS
SM
MD
LG