Serokê Amerîka Donald Trump ji bajarê Hanoi paytexta Vîetnamê bi rêya twîtekê nivîsand "civînek jêhatî û şîv xwarinek îşev li gel Kim Jong Un yê Koreya Bakur, danûstendinek gelek baş bû, sibê dê dom bikin".
Qesra Spî dîsan ragihand ku serok Trumnp û rêber Kim dê sibê piştî danûstendinan ji bo îmza kirina peymanekê li Vîetnamê amade bibin.
Qesra Spî dîsan got, roja Pêncşemê di demjîmêr 9:00 sibê li gor dema cîhanê, serok Trump dê preskonferansekê encam bide.
Çarşemê rojev û rûniştinên hilcivîna Trump û Kim li bajarê Hanoi paytexta Vîetnamê hatin destpêkirin, Trump got hilcivîna li gel Kim "gelek serkeftîye"herwiha Kim got ew di wê bawerê de ne ku vê carê ewê bigehin encaman.