Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Pyongyang ya paytaxt kom bûn.

Li gor dîmenên ku ji alîyê Wezareta Derve ya Rûsya ve hatiye weşandin, Kim di hevdîtinê de pesna Moskowê dide û dîyar dike ku ‘’jiber ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dijî desthilata Amerîka li ber xwe dide, bo wî rêz digire’’

Lavrov jî Kîm vexwend Rûsya. Lavrov, di hevdîtinê de da zanîn ku Rûsya li Nîvgirava Kore aştî, aramî û îstiqrarê dixwaze û da zanîn ku ew bi hevdîtinên di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de kêfxweş in.

Li ber e ku hilcivîna Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê li dar keve.

Lavrov da zanîn ku divê Koreya Bakur jibo hilcivînê ne li benda hêvîyên mezin be. Pisporên siyasetê dîyar dikin ku serdana Lavrov raber dike ku Moskow jî dixwaze di çareserkirina kêşaya Koreya Bakur de roleke girîng bilîze.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG