Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un û Putin Ser Xurtkirina Peywendîyan li Hev Dikin


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di hilcivînekê de li hev kirin ku peywendîyên bi hevdu re xurt bikin.

Her du rêber li Vladivostok ya li rojhilata Rûsya kom bûn.

Kremlînê ragihand ku Putin û Kim Jong Un ser pûçkirina çekên navokî axifîne.

Li ber bû ku Kim Jong Un piştî têkçûna hevdîtinên bi Amerîka re ji Rûsya alîkarîyê bixwaze.

Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un di meha Sibatê de li Hanoî ya paytexta Vîetnamê kom bûbûn, lê ji hevdîtinê ti lihevkirin derneketibû.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku Kim Jong Un piştî têkçûna danûstandinên bi Amerîka re, bi hilcivîna bi Putin re dixwaze nîşan bide ku hevkarên xurt yên Koreya Bakur hene.

Koreya Bakur ser têkçûna danûstandinên bi Amerîka Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG