Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Danûstandin li Gel Washington Nepêwîst In


Choe Son Hui cêgira wezîrê derve ya Koreya Bakur
Choe Son Hui cêgira wezîrê derve ya Koreya Bakur

Dîplomata Koreya Bakur ya di asta bilind de roja Şemiyê berî serdana şanderê Amerîkî bo Koreya Başûr got, Pyongyang weha dibîne ku pêwîstî bi danûstandinên li gel Amerîka nake, jiber ku ew ji bo Washington tenê "alavek siyasî"ye ne zêdetir.

Cîgira Wezîrê Derve ya Korya Bakur Choe Son Hui got, danûstandinên Koreya Bakur li gel Amerîka sernakevin û siyaseta welatê wan nayê guhertin.

Di daxuyaniyekê da ku di ajansa fermî (KCNA) ya Koreya Bakurd da weşandî ye, Choe Son Hui dibêje "Em hest nakîn ku pêwîstî be, em rû bi rû li gel Amerîka rûnin, jiber ku danûstandinên Koreya Bakur ya Millî (DPRK ) li gel Welatên Yekgirtî yên Amerîka tenê alaveke jibo krîza wê ya siyasî ."

Tê çaverê kirin ku Stephen Biegun cîgirê Wezîrê derve yê Amerîka hefteya bihê serdana Koreya Başûr bike daku danûstandinên hatîn rawestandin li gel Koreya Bakur car din bihên destpêkirin.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in roja Çarşembê gotbû, divê serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û serokê Amerîka Donald Trum cardî rûnin berî hilbijartinên serokatiya Amerîka li meha Mijdara îsal de, bihên destpêkirin.

John Bolton Şêwirmendê Ewlkariya Niştîmanî yê berê roja Pêncşemê li New York gotbû rojnamevanan, dibe ku serok Trump hewil bide Hilcivînek din li gel Kim weke "sorpirîza Oktoberê" berî hilbijartinan encam bide.

Trump û Kim Jong Un cara yekê sala 2018an li Singapore hev du dît bû û civîn encam dabûn.

XS
SM
MD
LG