Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şah Charles Gotarekê li Kongresa Amerîkî Pêşkêş Dike

Şah Charles ê Brîtanyayê roja Sêşemê gotareke dîrokî li nav avahîya Kongresa Amerîkayê pêşkêş kir.

Di gotara xwe ya li pêş herdu civatên Kongresê de wî hewldana kuştinê li dijî Serok Donald Trump roja Şemîyê di Şîva Nûçegihanên Koşka Sipî de li Washington şermezar kir.

Di roja duyemîn a serdana çar rojî ya Amerîkayê de, Şahê Brîtanî got ku wê êrîşê "hewl da ziyan bigihîne" serokatîya Amerîkî û "tirs û nakokîyên berfirehtir çêbike."

"Kiryarên tundûtûjîyê yên bi vî rengî dê qet bisernekevin," wî ji endamên Kongresê re got.

Şah Charles pesnê hevpeymanîya ku "nayê dubarekirin û nayê şikandin" ya di navbera Brîtanya û Amerîkayê de da. Wî banga yekîtî û parastina nirxên hevbeş kir ku herdu welat bi dehên salan wekî hevalbendên xurt hiştine.

"Îro em xwe di serdemeke nû de dibînin, lê ew nirx her dimînin. Ev serdemek e ku bi gelek awayan ji cîhana ku diya min a rehmetî di sala 1991'an de tê de li vê odeyê axivî, bêtir ne aram û xeternak e," wî da zanîn.

"Zehmetîyên ku em pê re rû bi rû dimînin ji bo ku yek welat bi tena serê xwe hilgire pir mezin in. Lê di vê hawîrdora nepêşbînîkirî de, hevpeymanîya me nikare li ser destkeftên berê raweste an jî texmîn bike ku prensîpên bingehîn berdewam dikin."

Şahjin Elizabeth sala 1991'ê gotarek li Kongresê pêşkêş kir.
Şahjin Elizabeth sala 1991'ê gotarek li Kongresê pêşkêş kir.

Ev cara yekê ye di 35 salan de ku şahek ji Brîtanyayê li Kongresê gotarekê pêşkêş dike. Cara dawî diya Charles, Şahjin Elizabeth, sala 1991'ê gotarek li heman avahîyê pêşkêş kiribû.

Şah Charles banga "nûjenkirina" hevpeymanîya di navbera Brîtanya û Amerîkayê de kir.

"Nûjenkirina îro bi ewlekarîyê destpê dike. Brîtanya dizane ku gefên ku em pê re rû bi rû dimînin hewceyî veguherînekê di berevanîya Brîtanî de ne. Ji ber vê yekê welatê me, da ku ji bo siberojê amade be, soz daye ku mezintirîn (ji dema Şerê Sar ve) zêdekirina domdar a lêçûnên berevanîyê bike," wî got.

Di gotara xwe de, ew herwiha li ser hevpeymanîya di navbera Amerîka û Ewrupayê de rawestîya û got ku ew "ji her demê girîngtir e."

"Îro ew biryardarîya hevbeş û bêwestan ji bo berevanîya Ukraynayê û gelê wê yê wêrek pêwîst e. Ew ji bo misogerkirina aştiyeke dad û mayînde pêwîst e," Şahê Brîtanî da zanîn.

Şah Charles û Şahjin Camilla roja xwe bi şîveke fermî li Koşka Sipî ku ji hêla Serok Trump û xanima yekem Melania Trump ve tê lidarxistin, bidawî dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG