Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Kiran: Bo Pêşketina Zimanê Kurdî Divê Ew Bibe Xwedî Statuyeke Fermî


Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17’ê Mijdara 1999’an biryar da ku 21’ê Sibatê li seranser cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” were pîroz kirin.

Dr. Abdullah Kiran jî behsa girîngîya perwerdeya zimanê dayîkê dike û dixwaze ku zimanê Kurdi jî bibe zimanê perwerdeyê.

“Ne tenê zimanê Kurdî îro li cîhanê eger zimanek nebe zimanê perwerde û nebe xwedî statu nikare hebûna xwe bidomîne. Mixabin piştî avakirina Komara Tirkîye, dewletê zimanê Kurdî derbend kir û derî li pêşveçûna vî zimanî girt.”

Kiran bi berdewamî dibêje ku li gor peyman û qanûnên navnetewî qedexekirina perwerdeya zimanê dayîkê wek jenosîd tê pejirandin.

“Jiber ku statuyeke ya Kurdan tuneye û bêxwedî ne kes vê jenosîdê nayîne ziman. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewrupa jî di vê mijara de, her çiqas hin daxuyanîyan bidin jî , perwerdeya bi zimanê Kurdî de sist in.”

Kiran ji Kurdan hêvî dike ku zimanê xwe yê dayikê li hemî qadên jîyanê bi kar bînin.

”Ger Kurd bixwazin wek netewekê bijîn, divê ew bi biryardarî bi zimanê xwe bijîn û bi zimanê xwe yê dayikê biaxifin.”

MEB_2_22_21_Zimane_Kurdî_Abdullah_Kiran
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00


XS
SM
MD
LG