Qesira Sipî îro Înê ragihand ku ne çaverê ye ku Washington ser Ukrayna û kanîna muşekên dûravêj polîtîkayên nû ragihîne.
Berdevkê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby ji rojnamevanan re got ku di nêrênî wan ya ser karanîna çekên dûravêj ji alîyê Ukrayna ve neguherîye.
Kirby ser civîna Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer ya roja Înê got ku ew ne li bendê ye ku ser mijara karanîna çekên dûravêj daxuyanîyeke girîng were dayîn.
Biden û Starmer wê piştî nîvro li Qesira Sipî bicivin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi mehan e bang li hevbendan dike ku jibo Kîev rê li ber kanîn û kapasîteyên êrîşan yên Rûsya bigire destûr bide hêzên Ukraynî ku ew muşekên wek ATACMS yên Amerîkî û Storm Shadows yên Brîtanî bifirîne kûrahîyên Rûsya.
Rêberê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ger Ukrayna muşekên Rûsya biavêje nav axên Rûsî ewê dewletên Rojavayî wek alîyekî şer bibînin.
Kirby got ku ew bi awayekî cidî li hişyarîya Putin dinêrin, lê dîyar kir ku ew ne helwesteke nû ya serokê Rûsî ye.
Jêder: Reuters