Berdevikê Civata Ewlekarîya Netewî ya Amerîka John Kirby îro Înê got ku Îran parçe û alavên pêdivî dide Rûsyayê ku li rojhilata Moskowê kargeheke çêkirina dronan ava bike.
“Îstixbarata Amerîkî bawer dike ku Rûsya jibo peydakirina hewcedarîya çekan ya di şerê Ukrayna de li rêyên nû digire û çend sed kilometer li rojhilata Moskowê kargeheke çêkirina dronan ava dike.”
Kirby da zanîn ku li gor îstixbarata Amerîkî, kargeha ku li devera ekonomîk ya taybet li Alabuga ava bem dikare heta destpêka sala tê dest bi kar bike.
Kirby got ku li gor raportên îstixbaratî Îran bi domdarî dronên êrîşkar yên yekalî dide Rûsyayê û ew dron ji ji ser Deryaya Hazarê ji bendera Emîrabad ya Îranê digihejin bendera Maxaçqala ya Rûsyayê û li enîya şer ya li rojhilata Ukrayna têne xebitandin.
Serokê Amerîka Joe Biden jî di meha Berfanbarê de bi awayekî vekirî gotibû ew bawer dike ku Tehran û Moskow jibo şerê li Ukrayna hizira sazkirina kargeheke çêkirina dronan li Rûsyayê dikin.
Îran li xwe mikûr tê ku wê dron firotine Rûsyayê, lê dibêje ku ew yek berî destpêbûna şerê Ukrayna çêbûye.