Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirby Dibêje Kuştinên Dawî li Refahê Sîyaseta Wan ya Îsraîlê û Alîkarîya Leşkerî Naguherîn



(Photo by ANDREW CABALLERO-REYNOLDS / AFP)
(Photo by ANDREW CABALLERO-REYNOLDS / AFP)

Rêvebirîya Amerîkî ragihand ku Washington lepirsîna Tel Avîvê jinêzve dişopîne ku ser êrîşa esmanî ya Îsraîlê ua ser kampeke konî ya Filîstînîyan li başurê Refahê tê kirin.

Êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya Yekşemê bûbû sedema şewata li kampeke çadirî ya li bajarê Refahê û di encamê de 45 Filîstînî hatibûn kuştin.

Berdevikê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîkî John Kirby li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got ku tevî şopandina lepirsînê, kuştinên vê dawîyê li Refahê wateya operasyoneke bejayî ya Îsraîlê nade.

Kirby wek bersîva pirsekê ser bûyerên dawîya hefteyê li Refahê got ku mirin û wêrankirina çêbûyî tên nirxandin û Îsraîl dibêje ku ev xeletîyeke trajîk e.

"Me tim got ku em naxwazin li Refahê operasyoneke bejayî ya mezin bibînin. Ewê jibo Îsraîlê dijwartir bike ku bê zararên mezin û jimareke bilind ya kuştîyan bikevin pêy Hamasê. Me heta niha ev yek nedîtiye."

Wî da zanîn ku operasyonên Îsraîlê piranî li korîdoreke li derdora Refahê pêk tên.

Îsraîlê got ku wê wê di operasyona roja Yekşemê de 2 berpirsên payebilind yên Hamasê kirine armanc û nîyeta wê tunebû ku bibe sedema kuştina sivîlan.

Hamasê jî bi daxuyanîyeke kuştina 2 endamên xwe piştrast kir.

Kirby got ku ev yek nîşan dide ku Îsraîl hewil dide ku bi mebest û bi awayekî rastîn şerî Hamasê dike.

Li ser pirsa gelo êrîşên Îsraîlê dikarin Biden têxin rewşeke dijwar, Kirby got ku li şûna wê metirsîyek rastîn heye ku Îsraîl bi awayê ku ew operasyonan pêk tine, ji civaka navnetewî dûrtir dikeve.

"Tenêmayîna Îsraîlê xema serekî ye jiber ku ev ne di berjewendîya wê de ye. Û ne di berjewendîya me de ye ku Îsraîl di asta cîhanî de pirtir tenê bimîne," Kirby got.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG