Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirby Bal Dikişîne Ser Têkoşîna HSD'ê ya Dijî DAIŞ'ê


US-POLITICS-JEAN-PIERRE-BRIEFING
US-POLITICS-JEAN-PIERRE-BRIEFING

Berdevikê Şêwirmendîya Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî John Kirby da zanîn ku Tirkîye dikare dijî terorê berevanîya xwe bike, lê got ku Amerîka ser îhtîmala operasyonekê ketiye nava fikaran.

Li ser pirseke derbarê operasyonên çaverê yên Tirkîyê û gefên ser 900 leşkerên Amerîkî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşîn dikin, Kirby fikarên ku karbidestên Amerîkî berê jî gotibûn dubare kirin.

"Ger Tirkîye li Sûrîyê dest bi operasyonê bike, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) wê bertekan nîşan bide. Em bi HSD’ê re ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê hevkarîyê dikin û operasyonên Tirkîyê dikare kanîna HSD’ê ya têkoşîna dijî DAIŞ’ê sînordar bike."

Karbidestê Amerîkî da zanîn ku ew dixwazin ku givaştina ser DAIŞ’ê bidomînin, lê wî hişyarî da ku her çiqas hêza wê rêxistinê kêm bûye jî gefên wê hîn jî hene.

Amerîka HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke girîng dibîne.

Tirkîye îdia dike ku YPG û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) wek hev in û bang li Amerîka dike ku peywendîyên xwe yên bi YPG’ê re qut bike.

XS
SM
MD
LG