Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Encamdana Operasyoneke Taybet li Kirimê Radigihîne


Hêzên Rûsya li Nivgirava Kirimiya
Hêzên Rûsya li Nivgirava Kirimiya

Ukraynaya, Pêncşemê ragihand, ku hêzên wan yên taybet bi şev operasyoneke leşkerî ya taybet li nîvgirava Kirimê pêk anî, piştrast dike ku di wê operasyonê de leşkerên Rûs hatine kuştin.

Di operasyonê de alayê Ukrayna li herêmên nivgiravê hatiye bilind kirin ku Rûsya di sala 2014an de dest danî bû ser.

Rêvebiriya Ukrayna di telegramê de got ku "yekîneyên taybetî li ser gemiyên biçûk daketin peravên herdu herêmên Olinivka û Mayak."

Bal kişand ser wê yekê ku "hemû armanc bicih hatin û ziyanên canî gihandin dojmin", lê Ukrayna ew armancên ku bicih hatine destnîşan nekirin.

Reuters bi şêweke serbixwe nikarî bû raporê piştrast bike.

Li gorî Ajansa Îstixbarata Leşkerî ya Ukraynayê, "dijmin zirarên mirovî û madî dîtine û alayê Ukrayna car din li ser axa Kirimê hat bilind kirin."

Ev jî nîşan dide ku yekîneyên hêzên taybet daketine bajarokên Olinivka û Mayak li rojavayê Kirimê û vegeriyane bêyî ku ziyaneke mirovî di nava rêzên wan de hebe, weke daxuyaniya ukrayna dibêje.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky roja Çarşemê soz da ku dê dagirkeriya Rûsyayê ya li Nîvgirava Kirimê û hemû deverên din yên ku Moskow li wî welatî dagir dike, bi dawî bike.

Zelensky, li hember konferanseke navnetewî derbarê Kirimê ku zêdetirî 60 welat beşdarin got "Kirim dê rizgar bibe, weke her parçeke din ya ji aliyê Rûsya ve hatî dagîr kirin."

Rûsya sala 2014an nivgirava Kirimê dagîr kir û bi ser axa Rûsya ve berda, ku piranya welatan ew pêngava Rûsya ne pejirandîye û nas nekirîye.

Rûsya di Sibata 2022 de, êrîşî Ukrayna kir û herêmên din yên berfireh ji Ukrayna xistin jêr kontrola xwe.

Ukrayna di Hezîranê de dest bi êrîşên hevdij kirye bi armanca ku axa xwe ya ku Rûsya dagîrkirî car din rizgar bike.

Amerîka û welatên rojavayî piştgîrî didin Ukrayna di şerê ku Rûsya li ser wî welatî ferz kirî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG