Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xem Heye ku DAIŞ li Kerkûkê Û Hemrînê Çalak Dibe


Tevgera çekdarên DAIŞ'ê li dewrûberên Kerkûkê xurt dibe û çalakîyên wan zêde dibin.

Berpirsên parêzgeha Kerkuk dibêjin sedema çalakbûna DAIŞ'ê li Kerkûkê vedigere nebûna hêzên pêwîst bo parastina Kerkûkê û herêmên dewrûber û nebûna pêzanînên îstixbaratî derbarê çekdarên DAIŞ'ê ye.

Nazim Kehîye, serokê Partîya Demokrata Serbixwe û kordînatorê berê yê navbera Heşda Şaabî û Pêşmergeyan li Kerkûkê got ku DAIŞ xwe Kerkûk û Hemrîn xurt û çalak kiriye.

"Berê 4 hezar çekdarên DAIŞ'ê li Hewîce hebûn. Ji wê hejmarê 20 kes ji wan nehatine kuştin, yên mayî hemû li wê herêmê xwe bicih kirine".

Îdrîs Adil, berpirsê komîteya Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan (YNK) li Daqûq , xurtbûna DAIŞ'ê bi valabûna herêmê vwe girê dide.

"Berê pêşmerge bi dirêjiya 42 kîlometran li rojhilata Daqûq û başûrê Kerkûk senger hebûn û 7 lîwayên pêşmergeyan ew herêm diparast, lê niha ew herêm her hemû vala bûne û kesek nîne biparêze.

Adil herwiha dide zanîn ku çekdarên DAIŞ'ê li gor heza xwe bi serbestî tên û diçin. "

Pêşmerge pêzanîn li ser her mal, gund û her kesî hebû, lê hêzên Îraqê wan pêzanînan nizanin û DAIŞ sûd ji wê yekê jî dibîne. Niha tirsa xwecihên bajarê Kerkûkê û herêmên derdor heye ku careke din DAIŞ, dest bi çalakiyên berfireh bike."

Dilşad Enwer_Kerkuk 26.02.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG