Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Kerkûkê Rastî du Teqînan tê


Îro Yekşemê li cadeya Etlesî ya bajarê Kerûkê û li nêzîkî bingeheka hêzên Seraya Selam a girêdayê Heşd el-Şeibî du teqîn rû dan ku yek ji wan xwekujî bû û di encamê de jimarek çekdarên Heşd el-Şeibî û welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Peyvdarê polîsê Kerkûkê Eqîd Efrasyaw Kamîl ji Dengê Amerîka re ev herdû teqîn piştrast kirin.

Li gor zanyariyê Dengê Amerîka ta niha çar kuştî hene û jimarek birîndar hatin guhestin bo nexweşxaneya Azadî.

Peyvdarê polîs got:

“li gor amarên seretayî yek kuştî û 16 birîndar hene, kesê kuştî çekdarê Seraya Selam e û birîndar jî welatiyên sivîl in.”

Ev bû çend salin teqîn li bajarê Kerkûkê kêm bûbûn û evên îro tên di demekê de ku hêzên Îraqî bajêr kontrol dikin û rola hêzên Kurdî lê nema ye.

XS
SM
MD
LG