Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Celewla di Navbera DAIŞ Û Heşda Şaabî de Şer Derket 5 Kuştî Hene


Li herêmên dewrûberên Kerkuk û parêzgeha Selahedîn, çalakî û êrîşên çekdarên DAIŞ’ê zêde bûne, şeva bûrî çendîn êrîş encam dane.

DAIŞ'ê tevgera xwe ya leşkerî di qutkirina rêyên sereke de, çandina bombeyan û êrîşkirina ser xalên hêzên Îraqê li herêmê zêde kirine.

Çavkaniyekî berpirs ji Nahiya Celewla ya girêdayî parêzgeha Selahedîn gote Dengê Amerîka"şeva bûrî çekdarên DAIŞê li nêzîk nahiya Saadiye êrîş biriye ser bingeheke hêzên Heşda Şaabî şerekî giran di navber wan de qewimîye".

Çavkanî dibêje, dema şer qewimî malbatek ji Bexda diçû herêma Germiyan ketine di nava şerî de, 5 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûne, ji kuştiyan du kes dixtor in.

Dîsan şeva bûrî li Kerkuk bombeke çandî teqiya, di encam de 4 kes birîndar bûn, ji dervey van êrîşan DAIŞê li gelek herêmên Selahedîn û Kerkuk tevgera xwe xûrt kiriye û çalakiyan pêk tîne.

Alî Husên peyvdarê Heşda Şaabî li eniya Bakurê Îraqê dibêje, jiber nêzîk bûna demê hilbijartinan DAIŞ êrîşan encam dide, DAIŞ dixwaze di dema hilbijartinan de aloziyan li Îraqê pêk bîne.

Xelkê wan herêman rexnê li hêzên Îraqî digire û dibêjin, leşker tenê cadên sereke di parêzin, gund û herêmên dûr hatine mandila kirin, jiber wê yekê DAIŞ li wan herêman xûrt bûye û bi rihetî tev digere.

Dilşad Enwer- Kirkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00
Dilşad Enwer- Kirkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:06 0:00
XS
SM
MD
LG