Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejeke Nû li Kîrmanşan Dibe Sedema Tirsê


Wêneya ji arşîvê
Wêneya ji arşîvê

Medya dewleta Îranê ragihand ku erdhejeke nû îro Duşemê istana Kîrmanşan ya ki rojavayê Îranê xist û di nav gel de bû sedema tirsê.

Karbidestên Îranî, du demjimêr piştî erdhejê da zanîn ku ti kuçtin û zarar di bûyerê de çênebûne.

Meha borî jî li heman herêmê erdhejeke mezin qewimîbû û bi seden kes di encamê de hatibûn kuştin.

Navenda erdhejgerî ya Zanîngeha Tahranê ragihand ku hêza erdhejê 6.0 e û Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkî (U.S. Geological Survey) ragihand ku hêza wê erdhejê 5.4 e.

Karbidestan ragihand ku xala navendî ya erdhejê, bajarê Helebçe ya Herêma Kurdistana Îraqê ye ku 20 kîlometre bakurê bajarokê Eskeleh ya istana Kîrmanşahê ye.

Di erdheja bi hêza 7.3 ya meha Mijdarê de 620 kes li istana Kîrmanşahê, 8 kesên din jî li Îraqê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG