Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îşxan Melko: Wek Serdema DAIŞê, Dibe Krîstîyan, Êzîdî jiber Heşda Şaabî Cîhên Xwe Biterkînin


Herêma di navbera parêzgeha Mûsil û Duhokê de, weke herêma Deşta Mûsil û herêma pêkhateyan tê nasîn: Krîstîyan, Êzîdî, Şebek tevî Misilman û pêkhateyên din yên etnîkî û olî dijîn.

Herêm di salên borî de jiber dagîrkerîya çekdarên DAIŞ'ê rastî malwêraniyeke mezin hatibû.

Niha ji egera alozîyên di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de, herêma Deşta Mûsil car din rastî gef û metirsiyên cidî tê.

Îşxan Melko endamê Ermenî yê civata parêzgeha Duhok hişyarî dike ku dibe Krîstîyan û Êzîdî, jiber hatina Heşda Şaabaî û leşkerên Îraqê herêmên xwe bi cih bihêlin.

Melko herwiha dide zanîn ku piştî lawaz kirin û j inav birina çekdarên DAIŞê li herêmê, hin kes û malbat vegerîyabûn ser cîh û warên xwe, lê niha ew tirs heye ku, xelkê wan herêman careke din birevin.

Melko dîyar dike ku Krîstîyanên devera Pêşxabuîrê jiber pevçûnan û tirsa hatina leşkerên Îraqê û Heşda Şaabî gelek kes malên xwe terkandine.

Hepeyvina ligel I]xan Melko
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:10 0:00

XS
SM
MD
LG