Serokê berê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji X’ê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan rexne kir.
Kiliçdaroglu dîyar kir ku Erdogan berî hilbijartinê derew kirine û gel xapandiye.
‘’Te got 'ger Kiliçdaroglu bi ser keve, ewê endamtîya Swêdê ya li NATO bipejirîne', te pejirand. Te got 'ger Kiliçdaroglu serketî be, wê Orşelîm bikeve, niha bombe dibarin ser Filîstînê.’’
Wî dîyar kir ku Erdogan aborî xistiye rewşeke xirab û Tirkîye jî kiriye kampa penaberan.
Kiliçdaroglu di hilbijartinên serokomarîyê yên 2023’an de li hember Erdogan têk çûbû.
Di hilbijartinên seroktîya CHP’ê de jî wî li hember Ozgur Ozel hinda kiribû.
Jêder: X