Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Romanya Iohannis Dibêje Ewê jibo Sekreterîya NATO Bibe Berbijar


Serokê Romanya Klaus Iohannis îro Sêşemê ragihand ku ewê jibo rêberîya NATO bibe berbijar.

Iohannis dîyar kir ku divê dewletên li rojhilatê Ewrupa bi awayekî hîn xurt werin temsîl kirin.

‘’Êdî dem hat hatiye ku dewleta me jibo sazîyên Ewru-Atlatnîk pirtir berpirsîyên bigire ser milên xwe.’’

Wî dîyar kir ku bi nûnertîya herêma wan ewê NATO jibo fikar û hewcedarîyên hemî endaman biryarên herî rind bide.

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya meha Sibatê ragihand ku ewê li şûna sekretê niha Jens Stoltenberg piştgirî bidin Serokwezîrê Holanda Mark Rutte û ew bi wê piştgirîyê xurt bû.

Rêberên NATO bi yekdengî têne erkdar kirin ku hejmara endên wê hevpeymanîyê bi endamtîya Swêdê rabû 32’yan.

Dîplomat dibêjiin tekane berbijarê fermî yê jibo sekreterîyê Rutte û dîyar dikin ku di danûstandinan de navê Iohannis jî bi awayekî ne fermî derbaz dibe.

XS
SM
MD
LG