Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Peymana Paris Ya Keşûhewayê Ya Berî 6 Salan E


 John Kerry Şanderê Taybet Yê Serokê Amerîka ji bo Pirsên Keşûhewayê
John Kerry Şanderê Taybet Yê Serokê Amerîka ji bo Pirsên Keşûhewayê

PARIS - Şeş sal berê weke îro, nêzîkê 200 welatan Peymana Keşûhewayê ya Parîsê îmza kirbûn, ku tê da lihevhatin ku bilindbûna germahiya gerdûnî di pileya 1,5 bimîne ya ku berî serdema pîşesaziyê. Zana didin diyar kirin ku ev jî benda herî kême ya ku rêgiriyê bike li peydabûna wêrnakariyekê bi ser guhertina klîmayê da.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, "Gerdon me ya nazik bi davek zirav hilwîstîye ye, Em hîn jî li deriyê felaketa avhewayê dixin."

Gava ku hilcivîna COP26 dawî ya li Glasgow bi dawî bû, Guterres ew hişyariya tund ji 200 welatên ku kom bûbûn yên ku jibo axiftina derbarê guherînên keşûhewayê û kêmkirina wê kom bûbûn.

Di hilcivînê da, dema dawî ya destnîşankirî sala 2030ê bû ji bo kêmkirina berbiçav a gazên serayê ku şeş sal berê di COP21 de li Parîsê hatbû destnîşankirin.

Sekretera cîbicîkar ya berê ya Peymana Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, Christiana Figueres, wê wekî bûyerek dîrokî bibîr tine, Figueres got, "Ev serkeftinek rastîn bû ji bo Neteweyên Yekbûyî ku yekdengîya tevhaî û pêgiriya qanûnî li ser hebû ku Karbûn di pîşesaziya cîhanê da nemîne."

Wezîrê Derve yê Amerîka yê wê demê John Kerry ew peymanîmza kirbû, Kerry got: "Bi rastî ew demek balkêş bû dema ku 195-196 welat di yek wext da hatin ba hev, hemîyan jî dixwestin di yek araste da bimeşin, û metirsiyê fam bikin."

Sala 2015'an sala herî germ ya tomarkirî bû. Zanayan ev yek wekî belgeyek misoger destnîşan kirin ku guherîna germahiya gerdûnî rast û cidî ye. Lê her ku diçe ev tomara têk diçe, jiber ku sal bi sal guherîna pliyeya germayê ya gerdonî bilindtir dibe.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê dibêje Gerdon jibo herêmek nediyar hatiye paldan, bi bilindbûna asta ava deryayê, heliyana rûbarên cemdeê û diayrdeyên keşûhewayê yên tund "yên ku ne ciyê henekan e".

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) hişyar dide ku rewşa keşûhewayê yê "tundrê" êdî dibe rewşeke nû ya normal. Zêdebarî vê yekê jî, hem Figueres û hem jî Kerry di geşbîn in.

Figueres got "Em li ser rêya rast dimeşin, Pirs tenê girêdayî demê ye, û ez hest dikim ku her kes ji Glasgow bi hestek nûkiirna demê ve derket."

Kerry niha nûnerê taybet yê Serok Biden ji bo Keşûhewayêye.

Ew vê hefteyê vegeriya Parîsê, wekî beşek ji geşta agihdarkirinê ya rêberên Ewrûpa da ku wan piştrast bike ku Amerîka dîsa di yarîgehê da ye, piştî ku serokê berê Donald Trump deriyê pirsa keşûhewayê girtbû. Kerry got, ne mûmkine welatek bi serê xwe vê meselê rizgar bike.

Çê dibe ku ev jî encama sereke ya civîna Glasgowê bû, ji ber ku welatên pêşkeftî ji cîranên xwe yên dewlemend redaxwaz kirbûn ku ji tiştên ku hatine bidestxistin re dilnizm nebin, lê divê givaştinên bihêz dom bikin jibo sozên dema 2030 ya rizgarkirina goya zemîn hatîn dan pêgir bin.

XS
SM
MD
LG