Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêlên Esmanî yên Holenda Dê Geştên Xwe bo Îranê Rawestîn e


Hêlên esmanî yên Holenda KLM dibêje ew dê geştên xwe yên esmanî bo Tehranê rawestîn e, li dû pêdaçûnên darayî û encamên neyênî, piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina navokî ya hêzên mezin li gel Tehranê.

Hêlên Holendî ku beşeke ji gurûpa hêlên Frensî KLM, roja Şemiyê ev yek di daxuyaniyeka kurt de li ser malpera xwe belav kir.

KLM got geşta wê ya dawiyê dê roja 22’yê meha nehan ji Amsterdam derkeve û roja 23’ê vegere.

Tê zanîn, di sala 2013’an de KLM geştên xwe bo Tehranê rawestandibûn, lê piştî îmzekirina rêkeftina navokî di sala 2016’an de careka din geşt berdewam kirin.

Hêlên esmanî yên Frensa, piştî 8 salên rawestandinê, di sala 2016’an de geştên xwe bo Tehranê berdewam kirin û ta niha hîn kar dikin.

XS
SM
MD
LG