Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Kongresa Niştîmanî ya Kurdî li Bakurê Amerîka bi Dawî Hat


Konferansa salane ya Kongresa Niştîmanî ya Kurdî li Bakurê Amerîka (KNC-NA) li Washington roja Yekşemê bi dawî hat.

Di Konferansê de, ku du rojan berdewam bû, gotûbêj li ser pirsên sîyasî, civakî, kulturî û tendirustî yên girêdayî bi Kurdan li seranserê cîhanê hatin kirin.

Derbarê Konferansa 2012ê, KNC-NA radigihîne ku “armanca me ye ku Kurd li beşên cûda yên Kurdistanê yek bin û rêyekê vebînin ku bêhtir û çalaktir li proseya parastina kultur û nasnameya Kurdî beşdar bin.”

Her roja Yekşemê hilbijartin jibo endamên desteya rêveberîya KNC-NA hate kirin û Luqman Berwarî û Îhsan Efrînî wek hevserokên KNC-NA hatin hilbijartin.

XS
SM
MD
LG