Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kamiran Hacîabdo Biryara Tevlîbûna Koalîsyona Sûrî Dinirxîne


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Berpirsê Peywendîyên Derve yê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd Dr. Kamiran Hacîabdo axaftina Serokê Amerîka Barack Obama dinirxîne.

Birêz Hacîabdo dibêje, dema Obama biryar da ku piştgirîya Kongresê bistîne, ew pêşbînî dikir ku operasyoneke leşkerî pêk nêye jiber ku piranîya Civata Nûneran dijî wî ne.

Kamiran Hacîabdo ku di heman demê de endamê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) ye, ser biryara encumanê jî çend şîroveyan dike û wiha divbêje:

"Birastî ew peyman temamî ne li gor dilê me bû, lê jiber yekhelwestîya ENKS, me dijberî li wê biryarê nekir. Di nav encumanê de gelek nerazîbûn derketin, lê di dawîyê de bi piranîya dengan ew biryar heye erê kirin"

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:52 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG