Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: KNK Dixwaze Mala Kurdan Rêk Bixe


Dr. Kamîran Berwarî Û Fethula Hûseynî
Dr. Kamîran Berwarî Û Fethula Hûseynî

Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK), di navbera 15-16 Tîrmehê de, 'Kongreya Şêwirmendîyê ya Yekîtîya Netewî ya Kurdistan' bi armanca rêxistina nav mala Kurdan, li Silêmanî encam dide.

Wek amadekarên civîna giştî dibêjin, hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdan li hemû parçan li her welatê Kurd lê dijîn, ji civînê re hatine vexwendin.

Mêvanên bernameya Hello Washington dibêjin ku armanca vê civînê kêmkirina alozîyên nav mala Kurdan û peydakirina çareserîyekê ji tevlihevîya heyî ye.

Endamê KNKê Dr. Kamîran Berwarî dibêje ku heta niha ti partî negotiye ku ew beşdar nabin.

"Me gelek kesatîyên neteweparêz, partiyên siyasî ku, nêzîkî 150 partî û hêz, venxwendine vê civînê hatine û heta niha gelek şande giheştine Silêmanî."

Fethula Hûseynî, endamê Serkirdayetîya Partîya Çep ya Kurdî li Sûriyê ji dibêje ku wan hemû hêz û partîyên Rojava, bê cûdahî vewvendine civîna giştî ya şêwirmendiyê.

Kerem kin guh bidin bi fayla deng ya jêrîn hemû bernameya Hello Washington guhdar bikin.

Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:59 0:00

XS
SM
MD
LG