Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KNK Hewil Dide Kurdan Nêzîkî Hev Bike


Civîna Kongreya Netewî li Rojava

Li bajarê Qamişloyê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK)ê civînan li dar dixe. KNK reşnivîsa belgeyeke siyasî amade dike bi mebesta avakirina yekrêzîya sîyasî ya kurdan li sûrîyê.

Civîn li navenda Têkilyên Derve ya Rêveberîya Xweser li dar ket û bi amadebûna 28 partîyên kurdî kar û xebatên xwe dest pê kirin.

Endamê Komîteya Têkilîyên Doplomasî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Dîlawer Zingî, ji Dengê Amerîka da zanîn ku ev civîn bo gengeşkirina reşnivîsa belgeya siyasî ye.

Dîlawer di kongreke rojnamegerî de, diyar kir ku di civînê de reşnivîsa siyasî ya ku ji 25 bendan pêk tê hatin gotûbêjkirin.

Reşnivîsa belgeya siyasî di rêza helwdana knk ye ku berîya salekê dest bi insîyatîva yekrêzîya mala kurdî li sûrîyê kirbû.

Dr.Ebîr Hesaf sekertarîya partîya lîbral kurd li sûrîyê de dibêje piştî belgeya sîyasî were amadekrin wê koniekî kurdî sûrîyê were darxistin.

Tê payîn ku piştî amadekirina reşnivîsa belgeya siyasî û girtina nerînan, dê kongreyekê li dar bikeve da ku nexşerêya derbasbûna qonaxa duyemîn a çalakiyên Kongreya Netewî ya der barê yekrêziya refa Kurdî amade be.

Nakokîyên nabera kurdên sûrîyê bi taybetî navbera ENKS û tevdemê de sînoprê herêmê derbaskirî ye, Fernsayê ew berîya demekê dest bi insîyateva nêzîkirina herdû alîyên kurdî li sûrîyê kir ye.

Li gorî şopîneran ku rewşa piştî Daişê li sûrîyê zemînek peydabûye ku lihevkirinek kurdî-kurdî hebe di halê hazir de insîyatîva knk û li alîyekî din ya fernesayê hewledan in rişd in di vê rêyê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG