Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

KNK Îro li Qamişlo Komxebata Yekrezîya Kurdan li Dar Xist


Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rêxistina Rojava îro Pêncşemê li Qamişlo komxebateke ser yekrezîya Kurdan li dar xist.

Endamê Komîteya Amedekar Dr. Silêman Ilyas got ku armanca wan ji vê komxebatê agahdarkirina hêzên Kurdan ya derbarê metrisîyên sîyaseta Tirkîyê li ser herêmên Kurdan e.

Li gorî komîteya amadekar, pirtir ji 150 kes amade bûn ku di nava wan de serokên partîyan, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl, mafzan û rihsipî jî hene.

Komxebat bi du beşan pêk hat: ji alîyê dîrokî ve metrisîyên êrîşên Tirkîyê ser herêmên Kurdan û di vê qonaxê de helwesta Kurdî.

Sekerterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî dîyar kir ku herêmên Kurdan di bin metirsîya êrîşên Tirkîyê de ye û Kurd di qonaxeke zehmet re derbaz dibin.

Di komxebata KNK’ê de piranîya partîyên sîyasî yên Kurd amade bûn, tenê Encûmena Niştmanî ya Kurd (ENKS) vexwendan red kir û beşdar nebû.

Komîteya amadekar piştrast kir ku hemû alîyên Kurd li bakur û rojhilata Sûrîyê jibo vê komxebatê hatine vexwendin.

Endamê komîteya Navendî ya Partîya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê Dr. Faris Osman dîyar kir ku ew bi hêvî ye xebata KNK’ê li ser asta bakur û rojhilata Sûrîyê encama baş derxe û yekîtîya Kurdan bi cîh were.

Osman got ku divê berjewendîyên doza Kurdî li pêşîya berjewendîyên partîyan be.

Komîteya amadekar da zanîn ku ewê bi belgenameyekêi pêşnîyarên komxebatê pêşkêşî hêz û partîyên Kurdistanî bike.

KNK - Rojava di 1’ê Cotmeha 2017’an de hate avakirin û di bin sîwana KNKê de piranîya partîyên Kurd li Sûrîyê cîhê xwe tê de digirin.

ZO)07_08_2021_KNK_Komxebat
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG