Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dibêje Zêdetirî 30 Kobçer Hatin Rizgarkirin Lê Mirî û Winda Jî Hene


Keştiya Koçberan li Peravên Îtalya
Keştiya Koçberan li Peravên Îtalya

Roja Yekşemê, Ewlekariya Peravên Îtalya mirina du koçberan ragihand, piştî ku ew ligel zêdetirî 30 kesên din li avên derya Naverast li peravên rojhilatê Sîcîlyayê hatin rizgarkirin.

Hêzên Zêravaniya peravan ragihand ku derengiya şeva Şemiyê li ser Yekşemê wan banga hawar hatinê ji keştiyekê wergirtîye ku 17 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Syracuse diçû, ku koçberên ji Sûriye, Misir û Bangladeşê tê de bûn.

Hêzên Zêravaniya Peravan Îtalya, di daxuyaniyekê de diyar kir ku operasiyonên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin piştî ku gemîyeke wan ya nobedariyê û balafirek bo herêma bûyerê hatin şandin, lê "dema gemîya nobedariyê nêzîkî keştiya Koçberan bû dî ku ew jêr av dibin."

Tevî ku 34 kesên ji avê hatin derxistin, û li keştiya nobedariyê hatin bicihkirin û ber bi bendera Syracuse ve hatin şandin, lê yekî ji wan dema di rê de bûn, jiyana xwe ji dest da û kesek din li nexweşxanê mir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "di ava deryayê de niha lêgerîn ji bo dîtina kesekê winda ku pêşwext ketbû avê tê kirin."

Daxuyanî dibêje ku lêkolîn tê kirin ku çima koçber di avê da hatine hiştin dema ku gemîya nobedaran nêzî wan bûye.

Li gorî Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê di çarêka yekê ya îsal de, herî kêm 384 koçber mirine dema dixwestin bi rêya Derya Sipî derbasî Îtalya û Malta bibin.


Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG