Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Serê Salê Vir ve Pirtir ji 10,000 Kes bi Gemiyên Biçûk Derbazî Brîtanya Bûne


Dîmenên derbazbûna koçberan ji bakurê Fransa bo Britanya
Dîmenên derbazbûna koçberan ji bakurê Fransa bo Britanya

Agahîyên dawî yên hikûmeta Brîtanya nîşan didin îsal heta niha pirtir ji 10,000 koçber bi botên biçûk derbazî welêt bûne.

Ev rewiş berî hilbijartinên giştî yên 4’ê Tîrmehê yek ji wan kêşeyan e ku Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak pê re rûbirû maye.

Hejmara kesên dadikevin berevan başûr yên Brîtanya sala 2023’yan parek ji sê paran daket, lê hejmarên dawî yên li malpera hikûmetê nîşan didin ku ji serê salê heta 25’ê Gulanê 10,170 kes hatine u ew hejmar sala borî di heman heyamê de 7,395 bû.

Berdevikekî Wezareta Navxweyî ya Brîtanya dîyar kir ku jibo ew rê li ber derbazbûn û mirinan bigirin ew bi hevbendên xwe yên Fransî re dixebitin.

Sunak, ku roja Çarşemê dema hilbijartinê ragihand, dîyar kir ku ewê koçberên ne qanûnî berî dengdanê neşînin Ruanda û derb li yek ji polîtîkayên herî giring yên Partîya Konservatîf xist.

Plan pirtir ji du sal in li astengîyên qanûnî ketiye û Partîya Karkeran ya di anketan de bi qasî 20 puanan li pêş e û çaverê ye dawî li desthilata konservatîfan bîne dîyar dike ku ger ew di hilbijartinan bi ser keve ewê wê planê bi temamî rake.

Karbidestên Partîya Karkeran dibêjin ku hikûmeta Sunak bala xwe dane ser Ruanda û şandina koçberan û ew her meh bi hezaran kesên ku Kanalê (Deryaya Manş) derbaz dikin nabînin.

Partîya Karkeran dîyar dike ku ger ew were desthilatê ewê jibo rê li ber koçberîya qaçax bigire bi hevkarîya sazîyên navneteweyî Fermandarîya Ewlekarîya Sînor ava bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG