Rayedarên Saziya Xizmeta Rizgarkirina Deryayî ya Îspanya ragihand ku wan termên sê koçberan deranîne piştî keştiya wan roja Şemiyê li hemberî giravên Kanarya jêrav bûbû ku keştî ya pir bû ji koçberên ne yasayî.
Li gorî Ajansa Frans Press (AFP) berdevkê xizmetên lezgîn ya Îspanî gotîye wan, zêrevanên beravên deryayî yên rizgarkirinê karîbûn 15 kesên sax rizgar bikin, ku direngiya êvariya Şemiyê nêzî 314 kîlometreyan li başûrê girava El Hierro hatbûn dîtin.
Hin koçberên ku ji keştiya jêravbûyî rizgar bûbûn, ku gelek di birçî bûn û pileya germatiya bedena wan daketî bû ew bi helîkopteran veguhastin girava El Hierro.
Giravên Kanarya, ku li beravên bakurê rojavayê Afrîqayê ne, ji sala 2006'an vir ve şahidê herî zêde yê koçberên ne yasayî ne.
Li herêmên ku alozî, şer û pevçûn lê dom dikin û hejarî û bêkarî serdeste, welatiyên wan herêman hewil didin xwe bigehînin ciyekî biewle û dest bi jiyaneke baştir bikin, lê her tim ew dibin qurbana bazarganên mirovan, wan bi rêkên qaçax û metirsîdar bi niyeta derbazî welatên rojavayî yên weke YE û Amerîka bikin, lê rêjeke zêde ji koçberan di rê de jiyana xwe ji dest didin û nagihin hêviyên xwe.
Jêder: AFP