Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tusk Dibêje Ewê Dijî Koçberîya Qaçax Kontrola li Sînorê Polonya û Belarûsê Xurt Bikin


Koçberên di kampan de li Tikriyê yên dixwazin derbasî welatên Ewrupa bibin.
Koçberên di kampan de li Tikriyê yên dixwazin derbasî welatên Ewrupa bibin.

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk îro Şemîyê got ku bi koçberîya ne qanûnî ya ji Belarûsê tê bi ‘’şerekî hîbrîd’’ re rûbirû maye.

Donald di serdana sînor de bê ku hûrgilîyan eşkere bike dîyar kir ku ew jibo xurtkirina sînorê li rojhilat dest bi xebatan dikin.

‘’Sînorê Polonya-Belarûsê jiber koçberîya ne qanûnî cîhekî wisa ye ku tayê wî tuneye. Ya rast em bi şerekî hîbrîd re rûbirû mane ku hêdî hêdî pêşve diçe.’’

Wî dîyar kir ku Belarûs êrîşvanîya dijî Polonya roj bi roj zêdetir dike û got ku ew jî yek ji şirîkên koçberîya ne qanûnî ya li sînorên wê ye.

Hikûmeta berî niha û Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kiribûn ku Belarûs jiber toleyên dijî Mînskê berê koçberan dide sînorên Polonya, lê Belarûsê ew sûcdarkirin red kiribûn.

Hewildanên li sînor ji wê demê vir ve dewam dikin û li gor rewişa hewayê diguherin.

Parêzvanên sînorê Polonya didin zanîn ku niha her roj bi awayekî ne qanûnî bi qasî 300 caran hewildanên derbazkirina sînor çêdibin.

Peywendîyên her du cîranan di girjîyê de bûn û piştî ku Rûsya ya hevbenda Belarûsê dest bi dagirkirina Ukrayna girjî gurtir bû.

Hikûmeta berî niha dijî koçberîya ne qanûnê li sînorê Polonya û Belarûsê bi dirêjahîya 180 km û bi bilindahîya 5,5 metreyan çît danîbûn.

Li sînor piştre kamera û sensor jî hatin bi cîh kirin.

Tusk dîyar kir ku ewê berevanîya nû li tevahîya sînorê rojhilat bikin ku digihije Ukrayna û Rûsya jî, lê wî ti hûrgilî neda.

Wî got ku sînorê Polonya di heman demê de sînorê YE ye û dîyar kir ku divê tevahîya Ewrupa jibo berevanîya sînorên xwe hevkarîyê bike.


Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG