Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Peravên Tirkiyê 7 Koçber Mirî Hatin Dîtin û 19 kes jî Hatin Rizgarkirin


Arşîv: Gemiya Koçberên ji Lîbya tên Tirkiyê
Arşîv: Gemiya Koçberên ji Lîbya tên Tirkiyê

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got, li beravên Tikriyê 7 koçber mirî hatin dîtin, û 19 jî hatin rizgarkirin

Wezîrê Navxwe yê Tikriyê Alî Yerlîkaya îro Sêşemê got ku li bajarokê Çeşmê li giraveke li peravên rojavayê Tirkiyê herî kêm 7 koçberên mirî hatin dîtin û 19 kesên din hatin rizagr kirin, wî anî ziman ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo yekî din yê winda berdewam dikin.

Zêrevanên Ewlehiya Peravên Tirkiyê çûne cihê bûyerê piştî ku di demjimêr 10:47 yê danê sibê ya îro Sêşemê de hişyariya ewlehîyê ji gemiyekê masigiran ji wan re hat.

Yerlîkaya ev yek li ser medyaya civakî ya platforma X'ê diyar kir ku 19 koçber hatin rizgarkirin.

Wî got, helîkopterek, çar keştiyên nobedariya peravê û tîmek avjeniyê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de beşdar bûne.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di 10 salên borî de nêzî 30,000 koçber mirine an jî winda bûne ku hewl didin ji Derya Spî derbasî Ewropayê bibin.

Li gor medya Tirkiyê, Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê tenê di sala 2023an de zêdetirî 25,000 koçberên neqanûnî yên ku ji Yunanîstanê li Deryaya Egeyê hatibûn paşve vegerandin, rizgar kirin.

Rêxistina Doktorên Bêsînor berê jî gotibû, Tirkiye deriyekî sereke ye, jibo koçberên neqanûnî yên hewil didin xwe bigehînin Ewropa û li welatên Ewropayê li jiyaneke nû digerin.

Jêder: Reuters/Medya Tirkî

XS
SM
MD
LG