Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanekî Nû ya Koçberan ji Honduras Bo Amerîka di Rêde Ye


Dîmenekî ji koçberên dimeşin ku xwe bigihînin Amerîka (Arşîv)
Dîmenekî ji koçberên dimeşin ku xwe bigihînin Amerîka (Arşîv)

Ajansa Reuters îro Sêşemê ji zarê medyaya herêmî û şahidan ragihand ku çend sed welatîyên Honduras ber bi sînorê Guatemala ve ketin rê, ku dixwazin xwe bigehînin Amerîka, da ku ji bandora vîrusa korona û karesatên xwezayî xwe rizgar bikin.

Ev koma koçberan ya niha di rê de ye, karwana duyan ya herî mezine ku îsal ji Honduras derketine rê.

Li herêmê jiber bahozên Eta û Lota yên wêrankar yên Mijdara 2020'an, rewşa mîrovahî xirabtir bûye û herwiha krîza aborî jî kûrtir bûye.

Hejmara Amerîkîyên Navendî ku hewl didin ji ser Meksîko re derbazî Amerîka bibin, di hefteyên borî de, bi rengekî berbiçav zêde dibe û ev jî dibe sedema zextan li ser Serokê Amerîka Joe Biden.

Di nav wan koçberan û penaxwazan de, bi hezaran zarokên bêxwedî ku ji sînorê Meksîko derbazî Amerîka bûne jî hene.

Karwana nû ya koçberan ya li Honduras, bi piranî ji ciwanan û jinên bi zarokan pêk tê, ku serê sibeha îro ji bajarê San Pedro Sula ber bi bajarê Corinto yê li ser sînorê Guatemalayê dest bi meşê kirin.

Koçber Carlos Flores ji televîzyonek herêmî re got ku divê hûn rîskan bigirin da ku hûn li Amerîka xwedî jîyanekî baştir bibin, li Hondurasê ewê ti carî tiştekî nekin, Flores got "Li vir hûn bi qezenca xwe dikarin bi zorê zikê xwe têr bikin, heke ew jî hûn kar bibînin".


XS
SM
MD
LG