Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Sûrî Dibêjin 73 Kes jiber Binavbûna Keştîya Koçberan Mirine


Dimeneke ji boteke Penaberan ku hewldidin xwe bigehînin beravên Ewrupa (Arşîv)
Dimeneke ji boteke Penaberan ku hewldidin xwe bigehînin beravên Ewrupa (Arşîv)

Wezîrê Saxlemîya Sûrîyê îro Înê ragihand ku herî kêm 73 kes jiber binavbûna keştîya koçberên ji Libnanê li beravên Sûrîyê mirine.

Mihemed Hesen Gabbaş ragihand ku heta niha 20 kes bi saxî hatine rizgar kirin û li nexweşxaneya El-Basel ya bajarê Tertûs yê Sûrîyê têne derman kirin.

Gabbaş da zanîn ku xebatên rizgarkirina koçberan berdewam dikin.

Wezîrê Veguhestinê yê Libnanê Alî Hamîye jî îro daxuyanîyên karbidestên Sûrî piştrast kir, ku kesên di keştiyê de bûn welatîyên Libnanê nin.

Karbidestên Sûrî ragihandin ku hin endamên malbatên qurbanîyan dest bi derbazbûna Sûrîyê ji Libnanê kirine da ku nasnameyên hezkirîyên xwe bidin zanîn û termên wan bistînin.

Hêjayê gotinê ye ku karbidestên Sûrî do Pêncşemê piştî nîvro dest bi dîtina laşên li beravên Tertûsê kirin.

Wezareta Veguhastinê ya Sûrîyê li ser agahîyên kesên rizgarbûyî ragihand ku keştî roja Sêşemê ji herêma Minye ya bakurê Libnanê bi 120-150 kesan bi rê ketîye da ku ber bi Ewrupa ve biçe.

Ew rêwîtiya herî kujer a ji Libnanê ye, ku bêhêvîtiya aborî ya zêdebûyî hiştîye ku gelek kes bi hêviya bigihêjin Ewrupayê, bi gelemperî li qeyikên qelebalix siwar bibin.

Bi hezaran Libnanî, Sûrî û Filistînî di mehên borî de ji beravên bakurê Libnanê bi keştîyan ji welêt derketine da ku derbazî Ewrupayê bibin.

XS
SM
MD
LG