Koçer Bîrkar proefesorê Kurd yê ku xelatê bi navê "Nobel yê Bîrkariyê" yê sala 2018an, wergirt bû, di dema merasîma wergitnê de li bajarê Rio de Janeiro hat dizîn.
Roja Çarşemê Kurdekî penaber, di rêûresmek fermî de li Rio de Janeiro bo xwedî xelatê cîhanî yê "Fields Medal", ev xelat bi navê "xelatê Nobel yê Matmatîkê" tê naskirin, Koçer Bîrkarê Kurd yê penaber li Brîtanya yek ji çar kesên ku gihane xelatê Nobel yê Matmatîkî, Koçer Bîrkar xelkê bajarê Merîwan yê Kurdistana Îranê ye û profesorê dersdayîna matmatîkê ye li zanîngeha Cambridge. Zanîngehê fîçerek taybet li ser Koçer Bîrkar di malêpera xwe ya fermî de weşandîye.
Ji hejî gotinê ye ku car yekê ye rêwresêmên wê xelatê li welatekî Amerîka Latînê tê birêve birin.
Koçer dibêje hêvîdarîm ev xelate girnijînê bixe ser lêvên 40 Mîlyon Kurdan.