Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Girêdayî COVID-19 Û Alîkariya Bêkaran li Amerîka Sernegirt


Wahsington-Roja Înê hewildanên Demokratan sernekeftin jibo nû kirina alîkariya milyonan bêkaran li Amerîka yên ji encama derketina pandemîka COVID-19 ziramend bûne û karên xwe ji dest dane.

Ev bû sedem ku dibe Washington bikeve di nava tengasiyê da bo dîtina çareseriya bêkar mana milyonan kesan jiber ziyanên gihane aborîya Amerîka piştî derketina vîrusa korona.

Roja înê piştî civîna Komarî û Demokratan Chuck Schumer (Demokrat) got "civînek bêhêvî û xeyal şkestî bû".

Schumer got Koşka Spî pêşniyara Seroka Kongresê Nancy Pelosi ya dirêj kirina dema alîkariya bêkaran red kir, ku daxwaza Trilyon dolaran tê kirin jibo berdewamiya wê alîkariyê.

Wezîrê Xezîna Amerîkî Steven Mnuchin jî got "mixabin îro me ti pêşkeftinek encam neda".

Mnuchin got, piştî bê encambûna civînê xweya ye ku serok Trump dê biryareke bicihîner ya serokatiyê derbarê alîkariyên aborî bide, yên valakirina malan û deynên xwendekaran.

Serokê Desteya karmendên Koşka Spî Mark Meadows jî got"ev ne bijardeya herî başe, û em kesên pêşiyêne vê dibêjin, lê eve ya ku em bikarin bikin û her tiştê ku serok bikare di çarçova destilata xwe da bike". Mark Meadows got.

Hêjî ne zelale kanê serok dê biryarek serokatiyê derbarê çareseriya pirsgirêkên bêkarî, alîkariya xwendekaran û kirêçiyan derbike yan na!

Komarî dixwazin çareseriyek weha biînin ku ji 1 Trilyon dolaran zêdetir nebe, lê Demokrat dixwazin alîkarî ji 2 tirlyon dolaran kêmtir nebe.

Yasadanerê Komarî yê Nebraska Jeff Fortenberry di hevpeyvînek taybet ya li gel Dengê Amerîka got, ew piştevanê yekê, yê yasaya berê bû ku 2 trilyon dolaran bû, bo sê armancan, ew jî: parastina sistema saxlemiyê, piştevaniya take kes û malbatan û piştevaniya karsazên biçûk.

Jeff Fortenberry
Jeff Fortenberry

Fortenberry herwiha got, divê bi du şêweyan pêşiya pandemikê bihê girtin, ew jî parastina tendirustî û helbet bihêzmana aboriyê "beşek ji parastina aborî di wê demê dabû ku ez jî, piştevan bûm ku alîkariya bêkaran bihê kirin ji aliyê hikûmetê ve, ku her kesek 600$ werbigre, ku ev jî zêdetire ji wî pereyê ku xelkê normal yê amerîka wer digirin".

Endamê Kongresê Fortenberry, di hevpeyvîna ku Dexlî Şemo li gel encam dabû dibêje"ez naxwazim kesek derdê bêkariyê bikişîne, ez piştevaniya dirêj kirinek rewa ya alîkariya bêkaran dikim, lê pirsgirêk ewe encûmena Nûneran û Senatoran cûdahiyek mezin heye ku ew alîkariya dihê dan paşî hikûmet pêdivîye di paşerojê da çawan bide".

Piştî civîna dawiyê û ku negihan encamek zelal, demokratê di asta bilind de, Chuck Schumer got"zelale ku aborî dê lawaz bibe, ev jî tê wateya ku divê sermayek mezin me hebe bo alîkariya xelkê ji rêzê".

Li gor mediya Amerîkî û raportan hat zanîn ku piştî civîna neserkeftî ya roja Înê, plan bo civînên dahatî nehatiye ragihandin, dibe bidawîkirina alîkariya bêkaran pirsgirêkên cidî li ser ewlekariya xwarinê hebe û milyonan kes ji alîkariya civakî û xwarinê bê behir bimînin.

XS
SM
MD
LG