Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Bo Sistkirina Kirîza Mirovahî li Yemenê Pêşniyaran Dike


 Bendergeha Hudeyda ya li Yemenê (Arşîv)
Bendergeha Hudeyda ya li Yemenê (Arşîv)

Ajansa Reuters ji zarê du çavkanîyan ragihand ku Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, destûr daye çar keştîyên petrolê ku ber bi bendera Hudeyda ya Yemenê, herin.

Ev tevger wî çaxî pêkhat, piştî ku hikûmeta Yemenê ya di qada navneteweyî de naskirî ye, îro Çarşemê dîyar kir ku wê hatina hin keştîyan erê kiriye, pêk hat.

Lê, ji sibeha Çarşemê ve, çar keştî hêj dest bi çûyîna ber bi bendera Hudeyda nekirine, ya ku ji hêla Hûsîyan ve tê kontrol kirin.

Wezareta karên derve ya Yemenê da zanîn ku wan destûr daye ku hejmarek keştiyên petrolê têkevin nava Bendera Hudeyda da ku krîza mirovahî sivik bikin, lê hûrguliyên zêdetir neda.

Pispor bal dikşînin ku ev gava piştî Tevgera Husîyan dîyar kir ku ewê tenê heke dorpeça ser balafirgeha Sanaa û bendera Hudeyda were rakirin, peşnîyara Saûdîyan ya agirbestê qebûl bikin, hat avêtin.

Hikûmeta Yemenê ya ku di qada navneteweyî de tê nas kirin bi daxuyanî yekî pêşwazîya pêşnîyara Erebistana Saûdî kir.

Danûstandinerê sereke yê Hûsîyan Mihamed Ebdulselam di derbarê peşnîyara Saudîyan de ji Reuters re axifî.

"Peydakirina petrol, xwarin, derman û tiştên bingehîn jibo gelê Yemenî mafek mirovahî û qanûnî ye. Em bo pêşwazîkirina wan tu mercên leşkerî û siyasî qebûl nakin, " Ebdulselam got.

Dorpêça benderên Yemenê bûye yek ji sedemên sereke yên krîza mirovahî ya herî xirab ya cîhanê.

Koalîsyonê û hin komên alîkariyê, Tevgera Husîyan bi astengkirina xebatên alîkariyê sûcdar dikin.

XS
SM
MD
LG